Donald Trump hin şaxên Îxwan Muslimîn dixe lîsteya terorê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermaneke nû, proseya nasandina hin şaxên "Komeleya Îxwan Muslimîn" wekî "rêxistina terorîst a biyanî" da destpêkirin.
Donald Trump duh 24ê Mijdarê fermaneke cîbicîkirinê îmze kir. Li gorî naveroka fermanê, armanca sereke ew e ku şaxên taybet ên vê rêxistina Îxwan Muslimîn yên li Misir, Libnan û Urdinê wekî rêxistinên terorîst bên pênasekirin.
Di fermanê de hatiye destnîşankirin, hin şaxên Îxwanan ji bo têkdana aramiyê, hêsankariyê dikin û tundûtûjiyê bikar tînin. Trump diyar kir jî, ev çalakî ziyanê digihînin herêmê, welatiyan û berjewendiyên Amerîkayê.
Hevdem jî, Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekgirtî Danny Danon li ser platforma "X" kêfxweşiya xwe li hember vê pêngavê nîşan da û got:
"Ev biryareke giring e; ne tenê ji bo Îsraîlê, lê ji bo welatên Ereb ên cîran jî ku bi dehan sal in ji destê Îxwan Muslimîn dinalînin."
Ev biryara Amerîkayê di demekê de ye ku li Rojhilata Navîn û Ewropayê zextên li ser vê rêxistinê zêde bûne:
- Misir: Ji sala 2013an ve, piştî dûrxistina Mihemed Mûrsî ji desthilatê, Îxwan wekî "rêxistina terorîst" nasandiye û qedexe kiriye.
- Urdin: Di Nîsana îsal de, Urdinê hemû çalakiyên Îxwan Muslimîn li welatê xwe qedexe kirin, baregehên wan girtin û dest danîn ser mal û milkên wan.
- Fransa: Di meha Gulana borî de, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ferman dabû hikûmeta xwe ku ji bo rûbirûbûna Îxwanan li Fransayê rêkarên pêwîst bigirin ber xwe.
