Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya mamosta û xwendekarên Peymangeha Pêşxistina Kadroyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civîna bi xwendekarên gera 20ê ya Peymangeha Pêşxistina Kadroyan de, zêdebarî tekezkirinê ku piştî zêdetirî 79 salan PDK hêşta bihêztirîn û mezintirîn partî ye, kadroyên wê wekî "sîma û dînamoya" partiyê wesifandin û ji wan xwest ku pabendî dîsîplînê bin û berdewam xwe bi pêşketinên demê re nû bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) li Hewlêrê bi xwendekarên gera 20ê û berpirs û desteya birêvebirinê ya Peymangeha Pêşxistina Kadroyên PDKê re civiya.

Di wê ragihandinê de hatiye ku, Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de pîrozbahiya xwendekaran kir ku li Peymangeha Pêşxistina Kadroyan hatine wergirtin. Herwesa rola peymangehê jî bilind nirxand, ku wekî yek ji dezgehên resen û girîng ên PDKê, her ji serdema şoreşê heta îro di hemî rewşan de berdewam kadro pêş xistine.

PDKê herwesa got: “Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya rola kadroyan kir ku di nav gel û cemawerî de nûner û sîmayên PDKê ne, di nav partî û rêxistinan de jî dînamoya xebata partîtiyê û jiyana rêxistinê ne. Di vî warî de tekez jî kir ku, divê kadro berdewam xwe bi raman û pêşketinên demê re nû bikin û pabendî dîsîplîna partiyê bin.”

PDKê amaje jî da ku, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê tekez jî kir ku gelek rewş û demên dijwar rûbirûyî PDKê bûne, lê piştî zêdetirî 79 salan hîn jî partiya herî xurt û mezin e, ew jî nîşana wê yekê ye ku ew partiyeka zindî ye. Herwesa PDK dê bi kadroyên xwe yên dilsoz û jêhatî her dem zindî bimîne û ber bi pêş ve biçe.

Di wê ragihandinê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku xwendekar, berpirs û desteya birêvebirinê ya wê peymangehê jî ji aliyê xwe ve, zêdebarî pêşkêşkirina spasî û rêzan ji bo piştgiriya Nêçîrvan Barzanî, tekez jî kir ku li ser bingeha raman û rêbaza PDKê û Barzaniyê Nemir erkê xizmetkirina gel û welatî bi cih tînin. Li dawiyê jî Nêçîrvan Barzanî destxweşî li erk û westiyana peymangehê û mamostayên wê kir.

 
Fly Erbil Advertisment