Pîşeya Rengrêjiyê li Rojhilatê Kurdistanê ber bi nemanê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, pîşeya kevnar a "Rengrêjiyê" (boyaxkirina rîs û tayên xalîçeyan) ku dîrokeke wê ya 150 salî heye, li ber metirsiya tunebûnê ye. Li bazara dîrokî ya Asif, niha tenê yek kargeh û yek hosta maye ku vî karî bi şêwaza kevneşopî didomîne.
Westa Mihemed Elî, hostayê 78 salî, tekane kes e ku li bazara kevn a "Qesaban" a Sineyê, çiraya vê pîşeya resen vêxistî hiştiye.
Westa Mihemed ku zêdetirî 60 salan e vî karî dike, dibêje: "Zemanekê karê me pir zêde bû. Xelkê gundan û bajêr hemûyan rîs û tayên xwe dianîn ba me. Lê niha kar kêm bûye û tenê ez mame."
Li gorî zanyariyan, berê li bajarê Sineyê 17 kargehên rengrêjiyê hebûn, lê bi derbasbûna demê û pêşketina teknolojiyê, hemû hatine girtin û niha tenê kargeha Westa Mihemed li ser piyan maye.
Bikaranîna materyalên xwezayî li şûna kîmyewî
Taybetmendiya sereke ya karê Westa Mihemed ew e ku ew di boyaxkirina rîs, dezî, werîs û qumaşan de qet madeyên kîmyewî bi kar nayne. Ew ji bo bidestxistina rengan, sûdê ji xwezaya Kurdistanê werdigire.
Westa Mihemed dibêje: "Ez rengan ji qalikê hinaran, qalikê gûzan, rûnas û giyayên din ên xwezayî çêdikim. Ev rêbaz ji nifşên berê ji me re maye û ez nahêlim têkeve bin bandora madeyên kîmyewî."
Tevî ku Westa Mihemed xwedî ezmûneke nîv sedsalî ye, lê bi xemgînî behsa wê yekê dike ku şagirtekî wî nîne ku pîşeyê radestî wî bike. Tenê carinan kurê wî tê û alîkariya wî dike.
Westa Mihemed gazinan ji nebûna piştgiriya hikûmetê dike û dibêje: "Heke Dezgeha Perwerdeyê bixwaze, dikare xwendekarên beşê pîşeyî bişîne da ku ez wan fêrî vî karî bikim. Ez amade me xulên fêrkirinê vekim, ji ber ku heyf e ev pîşeya ku beşek ji çanda me ye, bi mirina min re winda bibe."
Ev pîşe ku wekî "Rengrêjî" an jî "Xumgerî" tê naskirin, yek ji stûnên sereke yên pîşesaziya xalîçe û berhemên destan ên Rojhilatê Kurdistanê bû, lê niha wekî gelek pîşeyên din ên kevnar, li ber bayê jibîrbûnê ye.
