Rêber Ehmed: Tundiya elektronîk tawan e û em çavê xwe lê nagirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, tundiya dîjîtal ne kêmtir e ji tundiya fîzîkî û wezareta wan bi hezaran tawanbarên "serhêl" (online) radestî dadgehê kirine.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed îro 25ê Mijdarê bi boneya destpêkirina Helmeta 16 rojî ya Rûbirûbûna Tundiya li ser Jinan gotarek pêşkêş kir.

Rêber Ehmed diyar kir, dirûşma helmeta îsal "Bi hev re ji bo rûbirûbûna tundiya elektronîk a li dijî jin û keçan" e.

Wezîrê Navxwe bal kişand ser metirsiyên feyza dîjîtal û got: "Bandora tundiya dîjîtal ji tundiya fîzîkî kêm nîne, belkî tirs û ziyaneke rastî jê peyda dibe û wekî tawaneke cidî serederî ligel tê kirin."

Derbarê pêngavên pratîkî yên hikûmetê de, Rêber Ehmed eşkere kir ku Wezareta Navxwe veberhênan di pêşxistina şiyanên teknîkî yên polîs û Rêveberiya Belgeyên Tawanê de kiriye.

Rêber Ehmed got: "Heta niha bi sedan tawanbar û grûpên tawanlkariyê yên online hatine girtin û dosyeyên wan ji dadgehê re hatine şandin. Bi vê yekê jiyana bi dehan jin û keçan ji metirsiyê hatiye rizgarkirin."

Wezîrê Navxwe daxwaz ji mamoste, rojnamevan, malbat û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo avakirina jîngeheke ewle ya dîjîtal hevkar bin.

Her wiha peyameke piştrastiyê da jinên Kurdistanê û got: "Her mijareke gefa online, wekî gefeke cidî tê wergirtin. Mafê her jinekê ye ku çi di jiyana rastî û çi di cîhana dîjîtal de, hest bi aramiyê bike."

 
 
Fly Erbil Advertisment