Hişyarî ji Encûmena Bilind a Jinan: Êşa qurbaniyan nekin amûra bazirganiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan Dr. Xanzad Ehmed ragihand, tundiya li dijî jinan di civaka Kurdistanê de cihê xwe nîne. Herwiha hişyarî da ku divê medya êşên jinan ji bo berjewendiyên siyasî û bazirganî bikar neyne.
Îro 25ê Mijdarê 2025an, hevdem ligel destpêkirina Helmeta 16 Rojî ya Rûbirûbûna Tundiya li ser Jin û Zarokan, Dr. Xanzad Ehmed peyamek belav kir.
Dr. Xanzad di peyama xwe de tekez kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her dem li ser wê yekê rijd e ku "tundiya li dijî jinan û keçan li ti cihêkî civaka Kurdistanê de cihê xwe nîne."
Herwiha got: "Nabe êdî bêdengî û tekstên ziyander li pêşberî tak, malbat, civak û hikûmetê bibin asteng ji bo avakirina Kurdistaneke dadperwer û wekhev ji bo hemûyan."
Dr. Xanzad diyar kir jî, îsal ew tîşkê dixin ser rola ragihandinê, ji ber ku ew çîrok, ziman û wêneyên ku tên belavkirin, têgihiştina giştî, çand û heta ewlehiya civakê jî dirust dikin.
Herwiha rexne li hinek şêwazên medyayî girt û got: "Demeke dirêj e ezmûna jinan bi şêweyekî şaş an bi zêdegavî tê pêşkêşkirin. Gelek caran rizgarbûyî (qurbanî) tên tohmetbarkirin û dengê wan tê perawîzkirin, yan jî çîrokên wan ji bo berjewendiyên bazirganî û siyasî tên bikaranîn."
Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan hişyarî da jî ku ev cure tevger ne tenê neexlaqî ye, lê belê ziyaneke mezin dide û baweriya rizgarbûyan bi saziyên parastinê lawaz dike.
Dr. Xanzad Ehmed eşkere kir, ji ber van sedeman, Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevkariya aliyên peywendîdar û rojnamevanan, "Koda Ehlaqî" (Akarname) amade kiriye da ku sînorek ji bo van binpêkirinan bê danîn.
