Mustafa Ozçelîk: Şîdeta li ser jinan tawaneke li dijî mirovahiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi boneya 25ê Mijdarê peyamek belav kir û ragihand, tundiya li hemberî jinan "şerm û rûreşiyek e".
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk îro 25ê Mijdarê ji bo "Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinan" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Ozçelîk di peyama xwe de tekez kir, helwesta li dijî tundiyê ne tenê bi rojekê ve sînordar be û got: "Helbet ne bes di vê rojê de, di her gav û dema jiyanê de, ez hemû destdirêjî, şîdet û tundûtûjiyên fîzîkî, cinsî, etnîkî, dînî, mezhebî, aborî û civakî yên li ser jinan bi tundî şermezar dikim."
Serokê PWKê di dawiya peyama xwe de bal kişand ser giraniya vê mijarê û wiha got: "Şîdeta li ser jinan şerm û rûreşiyek e û tawaneke li dijî mirovahiyê ye."
