Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo vekirina konsulxaneya welatê xwe serdana Hewlêrê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo vekirina konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Hewlêrê û pêşxistina tenahî, ewlehî, azadiya olî û jiyarxweşiyê li deverê serdana Herêma Kurdistanê dike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Sêşem, 25ê Mijdara 2025ê) di daxuyaniyekê de got ku, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas dê serdana Hewlêrê bike, da ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê veke.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan dê ji roja 27ê Mijdara 2025ê heta 5ê Berçileya 2025ê dê dest bi geşta xwe ya ber bi Tirkiye, Iraq û Îsraîlê bike û dê serdana Bexda, Hewlêr û Orşelîmê bike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere jî kiriye ku, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê li Iraqê bi rayedarên Iraqî re bicive, dê serdana dezgehên dîplomatîk ên Amerîkayê bike û dê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê veke.
Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da ku, armanca serdana Rigas tekezkirina li ser pabendbûna Amerîkayê bi pêşxistina tenahî, ewlehî, azadiya olî û jiyarxweşiya li deverê ye.
Avahiyê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê yê nû li Hewlêrê, ku kevirê wê yê bingehîn li sala 2018ê hatiye danîn, yek ji mezintirîn û girîngtirîn projeyên dîplomatîk ên Amerîkayê li cîhanê ye.
Ew wekî mezintirîn avahiyê konsulxaneya wî welatî li tevahiya cîhanê tê hesibandin, ku li bakurê bajarê Hewlêrê, li nêzîkî rêya sereke ya di navbera Hewlêrê û Pîrmamê de, ye. Amerîkayê li Sibata sala 2007ê nivîsîngeha xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê vekir.
