Li Iraqê qeyrana hêkan derketiye; çareserî jî li Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgayên naverast û başûrê Iraqê qeyrana hêkan serî hildaye û nirx bi awayekî berbiçav bilind bûye. Hikûmeta Iraqê ragihand, ji bo kontrolkirina bazarê, ew ê dest bi hawirdekirina hêkan ji Herêma Kurdistanê bikin.

Li gorî zanyariyan, li çendîn parêzgayên wekî Bexda û Necefê, nirxê tebeqeke (kartoneke) hêkan gihîştiye nêzîkî 8 hezar dînaran û li dikanan jî nirxê 4 hêkan bûye hezar dînar.

Rêveberê Giştî yê Çavdêriyê li Wezareta Çandiniya Iraqê Tariq Qasim, di daxuyaniyekê de ragihand, sedema sereke ya vê qeyranê "qorxkarî" ye.

Qasim diyar kir, hinek berhemhênerên navxweyî bi mebest nirxan bilind dikin, da ku qazanceke zêdetir bi dest bixin.

Çareserî li Herêma Kurdistanê ye

Berpirsê Iraqî destnîşan kir, berhemhênana hêkan li Herêma Kurdistanê di asteke bilind de ye û berê jî beşeke zêde ya pêdiviyên parêzgayên Iraqê dabîn kiriye.

Tariq Qasim got: "Niha em di hewldanê de ne ku wê valahiya di bazarê de çêbûye, bi hêkên Herêma Kurdistanê tije bikin."

Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 50 projeyên mezin ên berhemhênana hêkan hene. Şiyana wan a salane zêdetirî 4 milyar hêkan e, ku ev hejmar ji pêdiviya navxweyî ya Herêma Kurdistanê gelekî zêdetir e û dikare pêdiviya Iraqê jî dabîn bike.