Peyama Ocalan gihîşt Parlamentoyê: "Vîna me ya ji bo jiyana hevbeş zelal e"

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) de derbarê serdana şandeya komîsyonê ya bo Îmraliyê de axivî û got, Ocalan daxwaza jiyaneke hevbeş a azad dike û divê Pirsa Kurd nebe qurbana siyaseta rojane.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît îro 26ê Mijdarê di axaftina xwe de got: "Ez dixwazim tekez bikim ku Birêz Ocalan di hevdîtina me de, careke din bi awayekî eşkere û zelal vîna xwe ya ji bo jiyana di nav aştî, wekhevî û azadiyê de, bi taybetî ji bo gelên Tirk û Kurd û hemû gelên herêmê nîşan da."

Parlamentera DEM Partiyê serdan wekî qonaxeke nû pênase kir û got: "Ji duh ve, di proseya aştî û civaka demokratîk de bendeke din hat derbaskirin. Serkeftina vê proseyê ji bo paşeroja Tirkiyeyê jiyanî ye."

Koçyîgît destnîşan kir jî, rêya serkeftinê di wê yekê re derbas dibe ku hemû saziyên siyasetê bi awayekî şefaf, bi biryar û wêrek xwedî li proseyê derkevin.

Herwiha Koçyîgît got: "Nabe pirsa Kurd di nava sînorên siyaseta rojane de were dîlgirtin û partiyeke siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên dem kurt bikar bîne. Pirsa Kurd astengiyeke sereke ya pêş demokrasiya Tirkiyeyê ye. DEM Partî berpirsiyariya xwe dibîne. Lê berpirsiyariyên desthilat, aliyên opozîsyonê û saziyên dewletê jî hene. Ji bo pêşveçûna proseya divê gavên pêwîst yên hikumî û yasayî bêne avêtin. "

 
Fly Erbil Advertisment