Mesrûr Barzanî: Em zextê li hikûmeta federal dikin ku hemî mûçeyên îsal bişîne

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Tu hincet ji bo paşxistina mûçeyan tune ne, nedibû ewqas jî bên paşxistin.” Herwesa got: “Hemî bizava me ji bo hindê ye ku îsal tu mûçe winda nebin û em zexteka temam jî li ser hikûmeta federal dikin ku hemî mûçeyan bişîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) di konfranseka rojnamevanî de li ser mijara mûçeyan got: "Tu hincet ji bo paşxistina mûçeyan tune ne, nedibû ewqas jî bên paşxistin. Mixabin em li benda mûçeyên Îlonê ne, lê hikûmeta federal dest bi belavkirina mûçeyên Mijdarê kiriye an jî hema hind e ku dest pê bike."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Me her tim li ser vê yekê nîqaş kiriye û ji wan xwestiye ku, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di wextê xwe de bişînin. Niha jî em li bendê ne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da: “Tiştê ku me bihîstiye ew e ku, wan soz daye ku mûçeyan di zûtirîn dem de bişînin. Lê ne tenê mûçeyên Îlonê ne. Em ber bi dawiya salê ve diçin û em hemî bizavan jî dikin ku, îsal tu mûçe winda nebin. Herwesa em zexteka temam jî li ser hikûmeta federal dikin ku hemî mûçeyan bişîne.”

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Eger ev neyê kirin, divê gilî ji hikûmeta federal re bê şandin, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe yên dabînkirina dahatên negirêdayî petrolê bi cih anîne, ji firotina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo derve, hemî ew erkên ku li ser Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn, êdî niha dora hikûmeta federal e ku ew jî bi erkê xwe rabibe û erkên xwe bi cih bîne.”

Nîqaşên bi aliyên siyasî re

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: "Li ser diyaloga bi aliyên din re, ev pirs pêştir jî hatiye kirin û me bersiv jî daye ku rewşeka nû derketiye holê.”

Mesrûr Barzanî amaje hjî da: “Me gelek bizav kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê bê avakirin, ku bê goman wê demê zêdetir nermî û derfet hebûn, lê aliyên din wesa pê xweş bû ku ew mijar bê paşxistin heta hilbijartinên Iraqê bên kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Niha jî her wekî wan dixwest, şert û mercên nû peyda bûne. Em jî li gorî wan şert û mercan serederiyê dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment