Berevaniya Sivîl a Çemçemalê: Agirê Kormorê hat kontrolkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Berevaniya Sivîl ragihand, agirê li Kêlgeha Kormorê ya Gazê hatiye kontrolkirin. Lêbelê, ji ber êrîşê hilberîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê bi awayekî cidî kêm bûye.

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Çemçemalê Luqman Hesen îro 27ê Mijdarê ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, tîmên wan piştî hewldaneke dûr û dirêj karîne agirê Kormorê kontrol bikin.

Li gorî zanyariyan, ji ber êrîşa mûşekî ya şeva borî, embareke gazê agir girtibû. Şewat nêzîkî 9 demjimêran berdewam kir û sibeha îro hat vemirandin.

Elektrîk ji nîvî zêdetir kêm bû

Ji ber rawestana hinartina gazê bo wîstgehên elektrîkê, krîzeke enerjiyê derketiye. Hat ragihandin ku berhemhênana elektrîkê ji 4000 megawatan daketiye 1500 megawatan.

Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de hat gotin: "Demjimêr 23:30ê şeva Çarşemiyê, bi droneyan êrîşî Kormorê hat kirin û tevahiya hinartina gazê rawestiya. Tîmên me bi Kompaniya Dana Gas re li ser xetê ne ji bo asayîkirina rewşê."

Di çend rojên borî de tevgera droneyan li ser asîmanê Kormorê zêde bibû û pasewanan teqe li wan kiribû. Kêlgeha Kormorê ku dikeve sînorê Çemçemalê, ji sala 2008an ve gazê berhem tîne û dabînkerê sereke yê sotemeniya wîstgehên elektrîkê ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment