Sempozyûma Melayê Cizîrî: Felsefe, wêje û dîrok li Cizîrê tê gotûbêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvan, feylesof û pêşengê wêjeya Kurdî Melayê Cizîrî, li warê xwe Cizîra Botanê bi sempozyûmeke navdewletî tê bibîranîn. Di çalakiyê de ku Serok Mesûd Barzanî jî wekî mêvanê taybet hatiye vexwendin û beşdar dibe, helbest, jiyan û berhemên vî zana û feylesofê mezin tên gotûbêjkirin.
Stûnek ji stûnên wêjeya Kurdî
Melayê Cizîrî (Şêx Ehmed), ligel Feqiyê Teyran, Melayê Batê û Ehmedê Xanî, wekî yek ji damezrînerên sereke yên wêjeya nivîskî ya Kurdî tê qebûlkirin. Di serdema Mîrnîşiniya Botanê de, ku zêdetirî 400 salan carna serbixwe û carna nîv-serbixwe hikûm kiriye, wêjeya Kurdî gihiştiye lûtkeyê.
Cizîra Botan: Paytexta Zanînê
Cizîr, ku paytexta Mîrnîşiniya Botanê bû, di dîrokê de bi navê "Kardo Gezarta" (Cihê Zanayên Kurd) jî hatiye naskirin. Medreseya Sor ku ji aliyê Mîr Şerefxanê Duyem ve hatiye avakirin, di wê serdemê de rola zanîngehekê lîstiye. Ev medrese ji bo bi dehan feqî û zanayan bûye dergûş û bandoreke mezin li seranserê Kurdistanê kiriye. Çiyayê Cûdî û Çemê Dîcleyê jî wekî du hêmayên dîrokî yên bajêr derdikevin pêş.
Jiyan û Felsefeya Melayê Cizîrî
Şêx Ehmed, kurê Şêx Mihemedê Cizîrî, di sala 1570yî de li Cizîra Botanê ji dayik bûye. Ew di serdema Mîr Şerefxanê Sêyem de jiyaye û têkiliyên wî bi Mîr re hebûne.
Di helbestên Melayê Cizîrî de bandora rêbaza Neqşîbendî û felsefeya "Wehdetî Wucûd" (Yekîtiya Hebûnê) bi zelalî tê dîtin. Berhemên wî zêdetir li ser babetên dildarî, tesewif, rastî, Xwedaperestî û pesndayîna xwezayê ne. Her wiha tê zanîn ku di navbera wî û Feqiyê Teyran û Mîr Îmadedîn Cizîrî de helbestên hevpar hene.
"Şebçiraxê Şebî Kurdistan im"
Melayê Cizîrî ku di sala 1640î de li Cizîrê koça dawî kir, di dîwana xwe de hezkirina xwe ya ji bo welat û nasnameya xwe bi van malikan tîne ziman:
"Gula baxê Iremê Botan im
Şebçiraxê şebî Kurdistan im"
Sempozyûma ku tê lidarxistin, armanc dike ku vê mîrasa dewlemend a Cizîrî û dîroka Mîrnîşiniya Botanê ji nifşên nû re ragihîne û bide naskirin.
