Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rêveberî û Çavkaniyan, Michael Rigas, îro gihîşt Bexdayê. Tê payîn ku Rigas piştre serdana Herêma Kurdistanê jî bike û beşdarî vekirina konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Hewlêrê bibe.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro 1ê Berçileyê bi rêya daxuyaniyekê li ser tora civakî ya "X"ê ragihand, Michael Rigas gihîştiye Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê.
Balyozxaneyê tekez kir, armanca vê serdanê bihêzkirina pêwendiyên navbera Amerîka û Iraqê ye. Rigas dê bi rêya hevdîtinên ligel serkirde û civaka xwecihî, piştgiriya Amerîkayê ji bo armancên hevbeş ên wekî serwerî û xweşguzeraniyê nîşan bide.
Yek ji xalên girîng ên vê serdanê ew e ku piştî hevdîtinên li Bexdayê, Michael Rigas dê berê xwe bide Herêma Kurdistanê. Li gorî zanyariyan, biryar e Rigas li Hewlêra paytext avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê bi fermî veke.
Wezareta Derve ya Amerîkayê pêştir di 25ê Mijdarê de ragihandibû, Rigas dê serdana Iraq, Herêma Kurdistanê û çend welatên din ên herêmê bike. Di çarçoveya vê gerê de, Tirkiye û Îsraîl jî di bernameya wî de cih digirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev serdan pabendbûna Amerîkayê ya ji bo pêşxistina aramî, ewlehî û xweşguzeraniya li herêmê nîşan dide. Tê çaverêkirin ku Rigas di dema mana xwe ya li Iraqê de çendîn hevdîtinên girîng pêk bîne.
