Serok Barzanî û Ziyad Cenabî rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Teşrî'î û Emîndarê Giştî yê Hevpeymaniya Teşrî'î Niştimanî ya Iraqê Ziyad Cenabî kir.
Baregeha Barzanî îro 1ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên herî dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin.
Herwiha di hevdîtinê de, behsa encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, peywendiyên navbera aliyên siyasî û rêbaza beşdariya aliyên siyasî yên Iraqê di proseya siyasî de hatin kirin.
