Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Swîsreyê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Berçleyê pêşwazî li Balyozê Swîsreyê li Iraqê Daniel Hone, kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî ji bo ji nû ve vekirina Balyozxaneya Swîsreyê li Bexdayê, destxweşî û spasî lê kir û ev yek wek gaveke girîng ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de binav kir.

Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş kirin, bi taybetî di warê aborî de. Herwiha wan behsa derfetên kar û veberhênana kompaniyên Swîsreyî li Herêma Kurdistanê kirin.

Pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment