Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo serxistina hewldanên revenda Kurdistanî nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Berçile pêşwazî li Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Navdewletî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Rehîm Reşîd (Mister Kurd) kir û piştgiriya xwe ji bo xebatên diyasporayê nîşan da.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de behsa rola revenda Kurdistanî û pêwîstiya têkoşîna neteweyî ya li diyasporayê hat kirin. Serok Barzanî rola revenda Kurdistanî ji bo pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd "girîng" binav kir.
Serok Barzanî tekezî li ser piştgirî û piştevaniya xwe ji bo serxistina hewldanên revenda Kurdistanî kir û got: "Ev projeyeke neteweyî û niştimanî ye ji bo hemû Kurdistaniyan."
Di beşeke din a hevdîtinê de, Rehîm Reşîd behsa kar û çalakiyên xwe yên li asta navdewletî kir ku ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê encam dane. Reşîd hûrgiliyên xebatên nivîsgeha peywendiyên navdewletî ya konfederasyonê pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
