Karesata Lehiyê li Asyayê: Hejmara qurbaniyan ji hezar kesî derbas bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî amarên herî dawî, hejmara kesên ku di karesata lehiyê ya li çend welatên Asyayê de jiyana xwe jidest dane, gihîştiye zêdetirî hezar kesî. Barana dijwar û herifîna axê rewşeke awarte li herêmê çêkiriye.

Ji hefteya borî ve, pêleke barana gur û berdewam welatên Srî Lanka, Îndonezya (bi taybetî grava Sûmatra), başûrê Taylendê û bakurê Malezyayê vegirtiye. Barana zêde bûye sedema qutbûna rêyên gundan û welatî neçar mane ku derkevin ser banê xaniyan û li benda tîmên rizgarkirinê, beleman û helîkopteran bimînin. Hikûmetên van welatan artêşên xwe ji bo rizgarkirina welatiyan erkdar kirine.

Li Îndonezyayê zêdetirî 500 kesan canê xwe jidest da

Serokê Îndonezyayê Prabowo Subianto îro 1ê Berçileya 2025an gihîşt bakurê Sûmatrayê û hêviya derbasbûna vê rewşa xirab xwest. Subianto diyar kir ku karê wan ê pêşîn gihandina alîkariyan e ji bo wan deverên ku rêyên wan qut bûne.

Li Îndonezyayê ji ber lehî û herifîna axê heta niha herî kêm 502 kesan jiyana xwe jidest dane û zêdetirî 500 kes jî winda ne. Ev karesat, piştî tsunamiya sala 2018an (ku 2 hezar kes miribûn), wekî karesata herî mezin a siruştî li wî welatî tê dîtin. 

Serokê welat di bin fişarê de ye ku rewşa awarte ragihîne, lê hêj bi fermî daxwaza alîkariya navdewletî nekiriye.

Srî Lanka daxwaza alîkariya navdewletî dike

Berevajî Îndonezyayê, hikûmeta Srî Lankayê daxwaza alîkariya navdewletî kiriye û Serok Anura Kumara Dissanayake rewşa awarte ragihandiye. Rayedaran dan zanîn ku herî kêm 340 kes mirine û gelek kes jî bêserûşûn in.

Serokê Srî Lankayê got: "Em di dîroka welatê xwe de rûbirûyê karesata siruştî ya herî mezin û dijwar bûne." Ev karesat piştî tsunamiya 2004an (ku 31 hezar kes miribûn), ya herî giran tê hesibandin.

Rewşa Taylend û Malezyayê

Li başûrê Taylendê jî lehiyê canê 176 kesan stendiye. Ev bûyer wekî lehiya herî dijwar a 10 salên dawî tê pênasekirin. Ji ber kêmasiyan di proseya rizgarkirinê de rexne li hikûmetê tên girtin û du berpirsên xwecihî ji kar hatine dûrxistin. Li Malezyayê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî amaran, li herêmê bi giştî zêdetirî 20 hezar xanî wêran bûne, 122 hezar kes li penagehên demkî hatine bicihkirin û 833 hezar kesên ku aware bûne, pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

 
Fly Erbil Advertisment