240 Malbatên Iraqî ji kampa Holê hatin derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya proseya vegerandina welatiyên Iraqî de, koma 31ê ya malbatan ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê derketin û berê xwe dan Iraqê.
Li gorî zanyariyan, karwanê vê carê ji 240 malbatan pêk dihat. Bi giştî 858 kes ku piranîya wan jin û zarok bûn, di bin parastina ewlehiyê de ji kampa li kantona Hesekê derketin û derbasî axa Iraqê bûn.
Vegerandina van malbatan bi hevkariya Komîteya Ewlehiyê û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê tê kirin. Ev pêngav beşek e ji hewldanên berdewam ên Bexdayê ji bo vegerandina welatiyên xwe û kêmkirina barê Kampa Holê, ku bi hezaran kesên ji neteweyên cuda lê dimînin.
Kampa Holê yek ji kampên herî qelebalix û metirsîdar ên herêmê ye û proseya valakirina wê ji bo aramya herêmê wekî gaveke girîng tê dîtin.
