Mesrûr Barzanî û şandeke Wezareta Derve ya Japonê pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Berçile pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Japonê bi serokatiya Berpirsê Rojhilata Navîn li Wezareta Derve Masamichi Sugaya kir.

Di civînê de ku Balyozê Japonê li Iraqê Akira Endo û hejmarek ji berpirsên Wezareta Derve ya Japonyayê amade bûn, tekezî li ser giringiya pêşxistina zêdetir a peywendiyên dualî hate kirin.

Şanda Japonî êrîşa terorîstî ya li ser Kêlgeha Gazê ya Kormorê şermezar kir û hevxemiya xwe li gel Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha şandê pesnê aramî, pêşkeftin û avedaniya Herêmê da û amadebûna xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya peywendiyên Herêma Kurdistanê û Japonê kir û spasiya piştgirî û hevkariya hikûmeta Japonê kir.

Di beşeke din a civînê de, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û hewldan û gotûbêjên aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatin nirxandin. Şandê ji ber serkeftina proseya hilbijartinê û encamên wê, pîrozbahî li Serokê Hikûmetê kir.

 
Fly Erbil Advertisment