Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Berçile ji ber koça dawî ya kesayetê welatparêz û Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî kir û hevxemiya xwe ji bo malbat û hevalên xwedêjêrazî anî ziman.
Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
"Sersaxiyê li malbat û hevalên xwedêjêrazî, kesayetê welatparêz, fermande û Pêşmergeyê dêrîn Qinco Ebdulcebar Rêkanî dikim û hevparê xema wan im.
Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî."
