Mesrûr Barzanî û Balyozê Yûnanistanê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Yûnanistanê li Iraqê Georgios Alamans kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana wî kiribû.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Yûnanistanê li Herêma Kurdistanê Nikolaos Stergioulas amade bû, Serokê Hikûmetê tevî amajekirin bi peywendiyên dîrokî û dostane yên navbera her du aliyan, spasiya Balyoz jî kir ji bo karkirina wî li ser bihêzkirin û pêşvebirina peywendiyên dualî di warên cûrbicûr de.
Balyozê Yûnanistanê pesnê karwanê avedanî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê da û pîrozbahî û destxweşî li Serokê Hikûmetê kir ji bo encamdana proje û çaksaziyên di kertên cûda de; herwiha xwasteka welatê xwe jî ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.
