Serok Barzanî û Balyozê Yûnanistanê tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên Hewlêr û Atînayê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Yûnanistanê li Iraqê Georgios Alamans kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Yûnanistanê li Hewlêrê Nikolaos Stergioulas jî amade bû, Balyozê Yûnanistanê li Iraqê ku bi mebesta xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, pesnê aramî û wê vejînê da ku li Herêma Kurdistanê pêk hatiye.
Herwiha Balyozê Yûnanistanê li Iraqê amaje bi dîroka xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê kir ku bûye ezmûneke dewlemend ji bo dubare rabûn û berdewamiyê.
Di heman hevdîtinê de, tekezî li ser kûrtirkirina dostanî û berfirehkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê di warên aborî, çandinî, çandî û akademîk de hate kirin.
