Dana Gas: Berhemanîna gaza Kormorê vegeriya asta xwe ya asayî

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Dana Gasê ragihand, piştî êrîşa mûşekî ya vê dawiyê, berhemanîna gazê li Kêlgeha Kormorê ya li Herêma Kurdistanê bi temamî vegeriya rewşa xwe ya asayî.

Dana Gazê îro 3ê Berçile di daxuyaniyekê de diyar kir, destpêkirina berhemanînê piştî wê yekê hat ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê rêkarên ewlehiyê yên tund li derdora kêlgehê girtine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Dana Gas û hevbeşên wê pabendbûna xwe bi parastina selametiya karmend û saziyên xwe tekez dikin. Em ê berdewam bin li ser piştevaniya berhemanîna elektrîkê û dabînkirina gaza şil (LPG) ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê."

Şeva 26ê Mijdara borî, êrîşeke mûşekî li ser kêlgeha gazê ya Kormorê li navçeya Çemçemalê hatibû kirin. Ji ber êrîşê, berhemanîna gazê û dabînkirina wê bo westgehên elektrîkê hatibû rawestandin, ku bûbû sedema qutbûna zêdetirî 80% ji elektrîka Herêma Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Iraqê.

 
Fly Erbil Advertisment