Li Silêmaniyê û derdora wê haydariya rabûna lehiyê hat belavkirin

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Hevahengiyê ya Hevpar a Parêzgeha Silêmaniyê (P.JCC) ragihand ku, li navenda bajarê Silêmaniyê û derdora wê xetera rabûna lehiyê heye, ji ber vê yekê jî hejmareka xeta germ a hawarhatinê çalak kir.

Navenda Hevahengiyê ya Hevpar a Parêzgeha Silêmaniyê (P.JCC) îro (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) tevî ragihandina haydariya rabûna lehiyê, hejmareka xeta germ a hawarhatinê belav kir.

Navenda navbirî herwesa ragihand: “Navenda Hevahengiyê ya Hevpar a Parêzgeha Silêmaniyê (P.JCC) welatiyan haydar dike ku, di îhtîmala her rewşeka nexwestî û rabûna lehiyê de, rasterast telefonê ji bo hejmar 100 bikin.”

Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Seqanasiyê ya Herêma Kurdistanê, bandora vê pêla baranê ya ku seranserê Herêma Kurdistanê vegirtiye dê sibe (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) piştî nîvroyê li devera Germiyanê, parêzgeha Silêmaniyê, devera Balekayetiyê û parêzgeha Hewlêrê zêdetir bibe.

Îhtîmala vedana brûskan li deverên Germiyan û parêzgeha Kerkûkê û herwesa îhtîmala barîna berfê li deverên çiyayî yên sînorî yên bilind jî heye.