HSD ji Şamê re: Dirûşmên komên çekdaran, bêhna rejîma Beisê jê tê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke tund bertek nîşanî dirûşmên provokatîf ên komên çekdar ên girêdayî Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê da. HSDê diyar kir, ev helwest û gotinên nefretê, dubarekirina heman hişmendiya rejîma Beisê ne ku gelê Sûriyeyê li dijî wê serî hildaye.
Di daxuyaniya HSDê de hate destnîşankirin, pîrozbahiyên salvegera rûxandina rejîma Beisê, nîşaneya xwesteka kûr a gelên Sûriyeyê ya ji bo azadî û edaletê ye. Lê belê, di vê demê de, hin komên çekdar ên ser bi hikûmeta Şamê ve, dirûşmên dijminane li dijî HSD û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berz kirine.
HSDê ragihand, ev kiryar ne tenê heyecaneke demkî an binpêkirineke takekesî ne, belkî parçeyek ji kiryarên sîstematîk in ku armanca wan gurkirina nefretê û têkbirina aştiya navxweyî ye. Daxuyaniyê wiha domand: "Ev hewldanek e ku welat careke din bikişîne nava çerxa şer a ku Sûriyeyiyan berdêlên wê yên giran dane."
Berpirsyariya hikûmeta Şamê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hikûmeta demkî ya li Şamê rasterast berpirsyar dît û got: "Ev kiryar an stratejiyeke fermî ye ku armanc dike bi rêya nefretê encaman bi dest bixe, an jî nîşaneya bêçaretiya hikûmetê ye ku nikare komên xwe kontrol bike. Di her du rewşan de jî, peyama 'berdewamiya hişmendiya Beisê' gihiştiye."
HSDê tekez kir ku herêmên wan dê nebin qada gotinên kîndariyê û her hewldaneke têkbirina aramiyê dê bi bersiveke xurt were pêşwazîkirin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Pêşeroja Sûriyeyê ne li ser provokasyon û dirûşmên hîsterîk, lê li ser hevkarî û rêzgirtina ji bo îradeya pêkhateyan tê avakirin. Gel û hêzên me rê nadin ku welat vegere paş."