Zalgeha Tasloceyê hat daxistin û Trafîka Silêmaniyê haydarî da şofêran

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê
Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê haydarî da şofêran ku, li ser rêya Baziyan - Silêmaniyê hatinûçûnê nekin ji ber ku barana zêde gelek astengî çê kirine, herwesa zalgeha Tasloceyê jî hatiye daxistin.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê îro (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) haydariyek belav kir û tê de ragihand: “Li nêzî xwaringeha Kanî Şeytanê barana zêde li ser rêya sereke ya Baziyanê ber bi Silêmaniyê ve û berevajî jî gelek astengî çê kirine, ji ber vê yekê em ji şofêran dixwazin ku ji bo parastina silametiya xwe û timbêlên xwe wê rêya sereke bi kar neyînin, heta ku rewşa seqayê normal bibe.”

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê amaje jî da ku, yekîneyên trafîkê li wê deverê li ser erkê xwe ne û li gorî taybetmendiyan erkên xwe bi cih tînin û alîkariya şofêran dikin.

Her di vê çarçoveyê de û li ser fermana Parêzgarê Silêmaniyê, zalgeha Tasloceyê bi rengekê demkî hat daxistin. Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê amaje jî da ku, rewş di bin çavdêriyê de ye û bi normalbûna rewşa seqayê re, rewşa hatinûçûnê jî dê normal bibe.

Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê herwesa ragihand ku, welatî dikarin di her rewşeka nexwestî de bi rêya Hejmara Kontrola Trafîkê ya Silêmaniyê alîkariyê bixwazin.