Li Tirkiyeyê kesekî li ber dibistanekê gule reşandin: 8 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Turgutlu ya ser bi parêzgeha Manisayê ya Tirkiyeyê, kesekî bi tivinga nêçîrê li pêşberî dibistanekê gule li derdora xwe reşandin; di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Bûyer îro 22yê Îlona 2026an, derdora saet 08:00ê sibehê li ber deriyê Dibistana Amadeyî ya Pîşeyî û Teknîkî ya "İnci Üzmez" qewimî.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Manisayê, kesekî nasnameya wî nehatiye diyarkirin bi awayekî bêserûber bi tivinga nêçîrê gule reşandin û di encamê de 8 kes birîndar bûne. Hate ragihandin ku gumanbar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Yekser piştî êrîşê, hejmareke mezin a tîmên polîs û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên hawarhatinê birîndar bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Turgutluyê ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî.

Lêkolîna tîmên ewlehiyê li cihê bûyerê berdewam e. Kamerayên ewlehiyê yên derdorê kêliya gihiştina êrîşkar a bi çek, reşandina guleyan û reviyana wî ya ji cihê bûyerê bi hûrgilî tomar kirine.

Li aliyê din, bi belavbûna nûçeya êrîşê re nîgeraniyeke mezin çêbû û hejmareke mezin ji dê û bavên xwendekaran bi nîgeranî berê xwe dan ber deriyê dibistanê, da ku ji rewşa tenduristî û silametiya zarokên xwe piştrast bibin.