Konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê: Em di hevkariyên ewlehiyê de berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê tekez kir ku welatê wan dê hevkariya xwe ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê bidomîne û piştevaniya aramî û ewlehiya herêmê bike.
Konsulxaneya Almanyayê îro 22yê Îlona 2026an, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, pêşwazî li hewldanên berdewam ên ji bo yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir, daku wek hêzeke yekgirtî û bihêz di bin banê Wezareta Pêşmerge de werin rêxistinkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku çalakkirina pêvajoya çaksaziyê pêngaveke gelekî girîng e û Almanya pabendî hevkariya xwe ya stratejîk a ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dimîne.
Derbarê awayê pêşkêşkirina alîkariyan de, Konsulxaneya Almanyayê ragihand: "Em niha qebare û awayê beşdariya xwe ya di hevkariyên lojîstîkî de dinirxînin, lewma di vê qonaxê de em nikarin hûrgiliyan eşkere bikin. Lê Almanya dê bi awayekî nêzîk ligel hevkarên xwe di têkiliyê de bimîne daku zêdetir piştevaniya asayîş û seqamgiriya navçeyê bike."
Ev helwesta konsulxaneyê di demekê de tê, biryar e di dawiya vê mehê de li gorî rêkeftina Bexda û Washingtonê, dawî li erkê leşkerî ya hêzên biyanî were anîn û hemû welatên Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji Iraqê vekişînin.
Tevî vê yekê, konsulxaneyê da xuyakirin ku rola Almanyayê di sektora ewlehiyê de gelek berfirehtir e û wek yek ji welatên sereke yên bexşer û şirîkên navneteweyî di warên cihêreng de, dê li ser pabendbûn û berdewamiya hevkariyên xwe bimîne.
Duh 21ê Îlonê, li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge, di merasîmeke fermî de yekxistina temamî ya Hêzên Pêşmerge hatibû ragihandin.