Agirê li nêzîk bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê hat kontrolkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê ragihand ku ew agirê ku berbûbû para derva û serbanê wê mizgefta li beramberî Çayxaneya Meçko li nêzîk bazara Qeyseriya Hewlêrê, ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ve bi lez hat kontrolkirin.
Li gorî zaniyarên peyamnêrê Kurdistan24ê ji cihê wê bûyerê, beriya demekê kêm agir berbû para derva û serbanê wê mizgefta ku li beranberî çayxaneya dîrokî ya Meçko ye li navenda bajarê Hewlêrê û li tenişta bazara Qeyseriyê ye, vê yekê jî nigeranî li def kedkarên wê derê çê kir ji ber tirsa derbazbûna goriya wî agirî bo dikanên derdorê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje da ku yekser piştî derketina wî agirî, tîmên berevaniya şaristanî ya Hewlêrê gehiştine cihê meremê û şiyan di demeke kurt de rêyê li belavbûna wî agirî bigirin û agirî li serbanê wî avahî bi temamî kontrol bikin, bêyî ku ti zirar bîgehin bazara Qeyseriyê û dikanên derdorên wê.