Di nava 5 salan de, 80 malbatên Helebceyê ji derveyî welat vegeriyane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Helebceyê, îro 21ê Îlonê Sîstema Arastekirina Niştimanî (NRM) bi fermî dikeve kar. Ev gav di demekê de tê avêtin ku di nava pênc salên borî de zêdetirî 80 malbatên Helebceyê ji derveyî welat vegeriyane warê xwe.

Ev proje di çarçoveya rênimayên Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Navenda Hevbeş a Hevahengiya Qeyranan (JCCC) de tê cîbicîkirin. Ji bo vê mebestê, li Helebceyê ofîsa taybet bi vegeriyayên ji derveyî welat (NRM) hatiye vekirin û sîstem ji bo hevahengiya bi parêzgeh û bajarên din ên Herêma Kurdistanê re tê çalakkirin.

Rêveberê Koç û Koçberan ê Helebceyê Feryad Necmedîn li ser girîngiya vê sîstemê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Armanca me ya sereke xizmetkirina wan kesan e ku ji Ewropa û welatên din vedigerin, herwiha alîkarîkirina wan e da ku ji nû ve bi civakê re werin tevlîkirin."

Rêveberê Koç û Koçberan da zanîn, ji ber guhertinên di şêwazê jiyana navxweyî de, kesên vedigerin pêdiviya wan bi şêwirmendî û rahênanê heye, daku karibin bi awayekî hêsantir dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.

Derbarê şêwazê alîkariyan de, Necmedîn aşkere kir: "Niha 15 nûnerên me di nava fermangehên Helebceyê de hene ku erkê wan dabînkirina xizmetguzariyan û karkirina li ser karûbarên kargêrî yên wekî av, kehrebe, şaredarî û tomarkirina zarokên wan li dibistanan e."

Li gorî zanyariyên rêveberiyê, kesên vegeriyayî dê formeke elektronîk tijî bikin û ev biryar wan kesên ku ji sala 2023an ve vegeriyane jî li xwe digire. Herwiha bi hevkariya rêxistinên sivîl û navneteweyî derfetên kar ji bo van kesan tê peydakirin û piştgirîya darayî bo projeyên wan ên taybet tê kirin.