Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Çemçemalê re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyên Çemçemalê re xwest û ji birîndaran re jî çareserbûneka bilez xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 9ê Berçileya 2025ê) peyameka hevxemiyê weşand ku tê de hatiye, “Mixabin ji ber lehiyê, du welatî li komelgeha Şorişê ya girêdayî qezaya Çemçemalê mirin û zirarên madî jî gihîştine malên welatiyan û dibistan û fermangehên hikûmetê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: "Ez ji dil û can sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û ez hevparê xema wan im û daxwaza zû çareserbûnê ji birîndaran re jî dikim."

Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku, wî wezaretên peywendîdar û rêveberiyên xwecihî erkdar kirine ku di hawara lêqewimiyan biçin û her alîkariyeka pêdivî be pêşkêşî wan bikin.

Pêleka bihêz û giran a baranê duhî (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û zirarên canî û madî çê bûn.