Konsulê nû yê Hingarya teza xwe a masterê li ser Kurdistanê nivîsiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Berçileyê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Hingaryayê li Herêma Kurdistanê Gergo Tivadar Takacs kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Hingaryayê kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî anî ziman û ragihand, ji ber ku teza xwe ya masterê li ser Kurdistanê nivîsandiye, agahiyên wî yên baş derbarê dîrok, çand û siyaseta niha û ya borî ya Kurd û Kurdistanê de hene.

Dîplomatê Hingarî spasiya rol û helwestên Serok Barzanî yên ji bo parastina aştî û aramiya navçeyê kir û pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinan û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li wî kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêngavên aliyên siyasî yên Iraqê yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya federal, proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê peywendiyên navbera Hingarya û Herêma Kurdistanê de jî, her du alî li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên dualî di hemû waran de, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de.

Herwiha guhertin û rewşa giştî ya navçeyê, pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.