Gundiyên Balekayetiyê xwarineka kevn a Kurdewarî zindî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi hatina demsala zivistanê û barîna berfa yekê re, gundiyên devera Balekayetiyê xwarineka kevn a Kurdî bi navê Girîse (Kaklebo) çê dikin. Girîseyê tameka taybetî heye û wekî xwarineka enerjiyê tê zanîn.
Rêya amadekirina Girîseyê
Jinên gundan gûzan bi hûrî dişkînin û navika wan derdixin, di dû re wan li ser pelan dibirêjin, paşî wan gûzên biraştî di coniyê kevirî de diqutin heta ku bi tevahî hûr dibin û rûnê wan derdikeve. Ev xwarin bi awayekê kevneşopî tê amadekirin û piştî nêzîkî du saetan ji westiyan û bikaranîna hêza zend û baskan, Girîse amade ye ku bê xwarin.
Jinên pîr ên wê deverê dibêjin ku Girîse xwarineka pir kevn e û ji bav û kalên wan ji wan re maye. Zîn Sedîq, ku yek ji wan jinan e, dibêje: "Tama vê xwarinê ji ya wan xwarinan xweştir e yên ku bi alavên nû tên çêkirin."
Xwarineke şahane û enerjîk
Di demên kevnar de, Girîse wekî xwarineka şahane dihat hesibandin û hemî kesan nedikarî ew çê kiriba. Gundiyan di demsala zivistanê de ew wekî taştê bi kar dianî ji ber ku ew wekî xwarineka enerjiyê dihat hesibandin û hêz û şiyaneka baş dida wan ku karên xwe kiriban.
Kalekê wî gundî jî got ku, Girîse di demsalên zivistan û payîzê de pir tê xwarin û di meha Remezanê de jî pir tê xwestin. Herwesa got: "Girîse ji bo laş pir bikêr e û bi nanê Tîrî re bi germî tê xwarin."
Girîse yek ji xwarinên herî kevin ên Kurdan e. Ev xwarin bi taybetî li deverên çiyayî yên Kurdistanê berbelav e, ku deverên çiyayî wekî cihê sereke yê darên gûzan tên hesibandin. Berhemên gûzan bi gelek awayên cuda cuda ji bo xwarinê hatine amadekirin. Girîse hîn jî di nav gundiyan û texa pîr de tê xwestin, lê di nav nifşê ciwan de kêmtir tê zanîn.