Mûsa Ehmed: Tîmên me heya ku pêdivî be li Çemçemalê dimînin

Mûsa Ehmed
Mûsa Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê got: “Di dema qewimîna lehiya Çemçemalê de, Serok Barzanî her zû em erkdar kirin ku em hemî şiyanên xwe bi kar bînin û di hawara zirardîtiyan biçin.”

Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Musa Ehmed îro (Çarşem, 10.12.2025) di gereka nûçeyan Kurdistan24ê de got: “Her careka ku karesateka xwezayî diqewime, welatî bi texên zengîn û hejar ve tên ser xetê da ku alîkariya qurbaniyan bikin, ev jî kêfxweşker e.”

Musa Ehmed amaje jî da: “Di dema qewimîna lehiyên Çemçemalê de, Serok Barzanî her zû em erkdar kirin ku em hemî şiyanên xwe bi kar bînin û di hawara zirardîtiyan biçin. Herwesa bi dehan rêxistinên hundir û derve jî bi me re têkilî danîne û amade ne ku alîkariya ziradîtiyên lehiyê bikin.”

Navbirî ron jî kir: “Em wekî xizmetkaran bi tîma dezgehên hikûmetê re di xizmeta zirardîtiyên lehiyê de ne.” Tekez jî kir: “Tîmên me dê heya ku pêdivî be li Çemçemalê bimînin.”

Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê herwesa got: "Em bi rêxistinan re li ser xetê ne û em di hevahengiya berdewam de ne, da ku em bikarin qonax qonax pêdivîtiyên zirardîtiyan dabîn bikin."

Pêleka bihêz û giran a baranê pêr (Duşem, 8.12.2025) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û zirarên canî û madî çê bûn.