Nûrî Malikî: Pêdivîtiya me bi hikûmeteka bihêz heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê difikire ku, pêdivîtiya Iraqê bi hikûmeteka bihêz heye, da ku bikare pirsgirêkên hilawîstî yên hundir û derveyî welatî çareser bike û têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re jî pêş bixe.
Nivîsîngeha Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî îro (Çarşem, 10.12.2025) ragihand ku, Nûrî Malikî li Bexdayê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison kir û pê re rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîsîngeha navbirî, Nûrî Malikî di wê civînê de gotiye ku Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê û hêzên neteweyî li ser avakirina hikûmeteka bihêz cidî ne, da ku bikarin pirsgirêkên hilawîstî yên hundir û derveyî welatî çareser bikin, û herwesa bikarin têkiliyan xwe bi welatên cîhanê re û xasma jî bi Amerîkayê re pêş bixin.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di wê civînê de tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Amerîka û Iraqê de di çarçoveya peymanan de kir.
Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison jî xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Waşinton û Bexdayê de nîşan da û got ku, Amerîka têkiliyên li ser bingeha hevsengiyê bi aliyên siyasî re diparêze, bê ku alîgiya aliyekî li ser hesabê aliyekî din bike.