Zanîngeha Selahedînê zêdetirî 500 kitêban ji Kitêbxaneya Giştî ya Çemçemalê re dişîne

Zanîngeha Selahedînê
Zanîngeha Selahedînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Zanîngeha Selahedînê piştgiriya xwe ji bo Kitêbxaneya Giştî ya Çemçemalê nîşan da, û zêdetirî 500 kitêb û sernavên cuda cuda ji wê kitêbxaneyê re dişîne.

Zanîngeha Selahedînê îro (Çarşem, 10.12.2025) di daxuyaniyekê de got: “Li ser raspardeya serokê zanîngehê, em dê zêdetirî 500 kitêban ji Kitêbxaneya Giştî ya Çemçemalê re bişînin.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên lehiya Çemçemalê re dixwazin û em hevxemên wan in.”

Ji ber wê lehiyê, zirar gihîştiye zêdetirî 10 hezar kitêbên Kitêbxaneya Giştî ya Çemçemalê.

Lehiya Çemçemalê bû sedema mirina du welatiyan û zirareka zêde gihand malên welatiyan jî, herwesa zirar gihîştiye dibistanan jî. Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar da ku, ezmûnên werzê yekê yê xwandinê ji bo Çileya 2026ê paş bixe.