Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Neynewa Li-Ehlîha kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Neynewa Li-Ehlîha kir û di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û parêzgeha Neynewayê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Berçileyê pêşwazî li Serokê Partiya Neynewa Li-Ehlîha Ebdullah Hemîdî Ecîl El-Yawer û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan hatin nirxandin. Herwiha her du aliyan tekezî li ser giringiya hevahengî û pêwendiyên navbera aliyên siyasî kir.

Mijareke din a sereke ya civînê, gotûbêjkirina rewşa taybet a parêzgeha Neynewayê bû.