Nêçîrvan Barzanî: Em kar ji bo bihêzkirina pêgeha jinan di navendên biryardanê de dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nêçîrvan Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: "Bêyî beşdariya karîger a jinan, civak nikare ber bi pêşerojeke geş ve pêngavan biavêje."
Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li sekreteriyet û endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê û hemû jinên Kurdistanê kir û tekezî li ser rola dîrokî ya vê rêxistinê kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Yekîtiya Afretên Kurdistanê wekî dibistaneke mezin a niştimanperwerî û pêgihandinê, xwedî dîrokeke tijî serwerî ye. Ev rêxistina têkoşer ku li ser bingeha hizir û nêrîna rêbaza Barzaniyê Nemir hatiye damezrandin, her dem beşeke danebirî û hevbeşeke çalak a xebata niştimanî û di heman demê de pêşenga xebata medenî û civakî bûye."
Di beşeke din a peyamê de, amaje bi rola jinan di qonaxên ciyawaz ên dîroka Kurdistanê de hatiye kirin û hatiye gotin: "Di rojên dijwar ên şoreşê de, jinên Kurdistanê bûn mînaka bilind a xweragirî û qurbanîdanê. Îro jî di qonaxa avedankirin û geşepêdanê de, roleke çalak û bibandor di birêvebirin û pêşxistina civakê de dibînin. Jinên Kurdistanê selmandine ku ew stûnên sereke yên civakeke tendirust û pêşketî ne."
Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ya temam ji bo xebatên vê rêxistinê dubare kir û got: "Em piştevaniya xwe ji bo bidestxistina mafên wan û bihêzkirina pêgeha jinan di navendên biryardan û birêvebirinê de didomînin. Baweriya me ya temam heye ku bêyî beşdariya çalak a jinan, civak nikare ber bi pêşerojeke geş ve biçe."
Di dawiya peyamê de, silav ji bo giyanê pak ê wan jinan hat şandin ku di riya azadiya Kurdistanê û mafên xwe de canê xwe feda kirine.