Berfê rêya bi dehan gundan li Rojhilatê Kurdistanê girtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla berf û baranê li Rojhilatê Kurdistanê, bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir. Li parêzgeha Loristanê rêya bi dehan gundan û deriyên dibistanan hatin girtin.
Ev çend roj in pêleke bihêz a berf û baranê bi ser piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatiye. Li gorî zanyariyan, ji ber barîna zêde ya berfê, rêya 70 gundan li sînorê parêzgeha Loristanê hatiye girtin.
Ji ber zehmetiya hatûçûnê û rewşa hewayê, biryar hat dayîn ku li wan deveran proseya xwendinê were rawestandin û li hemû navendên xwendinê betlane bê ragihandin.
Barîna berfê ku ji roja Sêşemê 9ê Berçileyê ve dest pê kiriye, bajarên Sine, Bane, Seqiz, Merîwan û Sewlawayê jî spî kirine.
Saziya Keşnasiyê beriya niha hişyarî dabû ku dê berfeke zêde bibare. Li gorî pêşbîniyên dawî, tê çaverêkirin ku bandora vê pêla berf û baranê heta roja Şemiyê 13ê Kanûna Yekem a 2025an berdewam be.