Serok Barzanî: Yekîtiya Afretan destkefteke girîng a xebata neteweyî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, ev rêxistin bi têkoşîna xwe ya berdewam, kariye dengê jinên Kurdistanê bigihîne cihê mebestê.
Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Berçile di peyamekê de pîrozbahî li sekreter û endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir û tekez kir ku ev rêxistin destkefteke girîng a tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Birêzan Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê,
Bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê, pîrozbahiyên germ arasteyî we, hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û tevahiya afretên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Afretên Kurdistanê destkefteke girîng a xebata neteweyî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye ku roleke berçav û bibandor di bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafên afretan û bihêzkirina pêgeha afreta Kurd de dîtiye. Vê rêxistinê bi têkoşîna xwe ya berdewam kariye dengê afretên Kurdistanê bigihîne û bibe beşeke girîng ji xebata neteweyî û medenî ya gelê Kurdistanê.
Di vê bîranînê de, pêzanîna min ji bo xebat û qurbanîdana afretên Kurdistanê û wî erkê ku di qonaxên xebata gelê Kurdistanê de li ser milê wan bûye, heye. Ez piştrast im Yekîtiya Afretên Kurdistanê her wekî qonaxên berê yên xebata xwe, di paşerojê de jî di pêşxistina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li maf û daxwazên afretan de rola pêşengiyê bibîne.
Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Mesûd Barzanî
11ê Berçileya 2025an