Sîhad Barzanî û berpirseke bilind a Amerîkî metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeyê Hêzên Piştîvaniya Yek a Pêşmerge û Berpirsa Bilind a Berevaniya Amerîkayê civiyan. Di hevdîtinê de tekezî li ser parastina jêrxana Herêma Kurdistanê li hember gefên grûpên têkder hat kirin.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro 11ê Berçileyê di daxuyaniyekê de diyar kir, Fermandeyê Hêzên Piştîvaniya Yek a Pêşmerge Liwa Sîhad Barzanî ligel Berpirsa Bilind a Berevaniya Amerîkayê Eqîd Stephanie Bagley civiya.

Di civînê de, tevî tekezîkirina li ser bihêzkirina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê, behsa wan gefan hat kirin ku ji aliyê grûp û aliyên têkder ve tên dirustkirin.

Mijareke din a civînê taybet bû bi metirsiyên li ser jêrxana giring a navçeyê û bandora wan metirsiyan a li ser têkdana ewlehî û aramiyê.

Her du aliyan tekezî li giringiya hevahengiyê ji bo rûbirûbûna wan metirsiyan û parastina aramiyê kirin.