Karwan Mîrawdelî: Pênc dozên hilweşîna çiyayan hatine tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Bergiriya Şaristanî ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê eşkere kir ku, li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê pênc xetên 115 berdewam dixebitin û pênc welatî dikarin di eynî demê de ji bo daxwaza alîkariyê telefona wan bikin.
Rêveberê Bergiriya Şaristanî ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Karwan Mîrawdelî îro (Çarşem, 10.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di çend rojên borî de pênc bûyerên hilweşîna çiyayan ji bo ser rêyan û du bûyerên hilweşînan ji bo ser malan jî li bajarkê Sîdekanê çê bûn, lê hemî jî hatine çareserkirin.”
Rêveberê Bergiriya Şaristanî ya Soranê herwesa got: “Li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, pênc xetên 115 berdewam dixebitin û pênc welatî dikarin di eynî demê de ji bo daxwaza alîkariyê telefona wan bikin.”
Karwan Mîrawdelî amaje jî da ku, Wezareta Navxwe vê dawiyê hemî pêdivîtiyên rizgarkirin û xilaskirinê ji wan re dabîn kirine, xasma jî ew timbêlên ku ji bo rizgarkirina welatiyan tên bikaranîn.
Pêleka bihêz û giran a baranê pêr (Duşem, 8.12.2025) piraniya parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê vegirtin, û ji ber barana zêde li hin deveran lehî rabû û zirarên canî û madî çê bûn.