Pispor: Tirkiye neçar e di navbera Washington û Moskoyê de hevsengiyê biparêze
Enqere (K24) – Piştî ku Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack şertê vegera Tirkiyeyê ya bernameya balafirên şer ên F-35an eşkere kir û got divê êdî sîstema S-400an di destê Tirkiyeyê de nebe niha jî helwesta Tirkiyeye cihê nîqaşê ye ku dê nexşereyeke çawa bide pêşiya xwe. Pisporên Navendên Lêkolînan jî derbarê van nîqaşan de diyar dikin ku dê Tirkiye di navbera Rûsya û Ukraynayê de politikayeke hevsengiyê bimeşîne.
Tirkiye ev demeke ji bo kirîna balafirên şer yên nû di nav hewldanan de ye. Danûstandinên li gel Emerîka bo F-16 û F-35, peymana bi Brîtanyayê re ji bo 20 Eurofighter, û muzakereyên bi Umman û Qatarê re ji bo Eurofighterên destê duyem didomin. Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack jî şertê ji bo vegera Tirkiyeyê ya bernameya F-35an eşkere kir û got; divê Tirkiye sîstema parastina asmanî ya S-400an a Rûsyayê bi kar neyîne û di destê xwe de nehêle ku tê meraqkirin gelo dê Tirkiye sîstema S-400an ji destê xwe derxe û daxwazên Emerîkayê bîne cîh an na?
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) jî dibêje, ji ber nearamiya li Rojhilata Navîn pêdiviya Tirkiye bi balafir û pergalên parastina asmanî heye ku di vî warî de jî dê politikayeke hevsengiyê bimeşîne.
Serokê ORSAMê Dr. Kadîr Temîz: “Tirkiye rewşa nearam a Rojhilata Navîn ya wekî êrîşên Îsraîlê yên dijî Îran û Dohayê û rewşa xirap a Sûriyeyê dişopîne û hewl dide xwe biparêze. Kirîna S-400an jî bo vê bû. Lê têkiliyên navbera Emerîka û Tirkiyeyê piştî Tom Barrack û rûxîna rejîmê germ bûne û alî dixwazin vê wek fersendekê bi kar bînin. Ji ber nezelaliya li Rojhilata Navîn pêdiviya Tirkiye bi balafiran jî bi sîstemên parastina asmanî jî heye, ji bo Deryaya Spî a Rojhilat û Deryaya Reş. Loma dê Tirkiye di navbera Emerîka û Rûsyayê de politikaye hevsengiyê bimeşîne.”
Ligel hêj ne diyar e ku dê Tirkiye di warê sîstemên S-400an de rêyeke çawa peyda bike Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê(KAFKASAM) jî diyar dike; Rûsya bibiryar e û dibêje, çekên ku min firotine we hûn nikarin li derveyî Tirkiye bi kar bînin.
Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay: “Xuya ye dê di rojên pêş de ev mijar zêdetir bê nîqaşkirin. Ger qeyrana Ukraynayê di navbera Ewropa û Rûsyayê de bibê qeyranek din îxtimal heye Behra Reş bibe gola şer. Di rewşeke wiha de jî dê pêdiviya Tirkiye bi sîstemên parastina asmanî hebe ku beriya niha jî ji Emerîkayê mûşekên Patrîotan wergirtibû. Lê niha ne mumkin e ji bo balafiran ji Emerîkayê bikire sîstemên S-400an bifiroşe welatekî din an jî li derveyî Tirkiye bi kar bîne. Çimkî ev ji aliyê Rûsyayê ve hatiye qedexekirin.”
Di 12ê Tirmeha sala 2019an de ji aliyê Wezareta Parastinê a Tirkiyeyê ve hate ragihandin ku yekem parçeyên sîstema parastina asmanî a S-400an gihiştiye Tirkiye. Piştî vê beşdarbûna Tirkiyeyê ya di bernameya F-35an de di sala 2019an de hat rawestandin û di sala 2021an de jî bi awayekî fermî ji bernameyê hate derxistin.