Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê: Sibe alîkarî li ser zirardîtiyên lehiya Çemçemalê tên belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebera Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ragihand ku, piştî ku tîmên wan kampanyaya paqijkirina wan xaniyan dest pê kir ên ku di lehiya Çemçemalê de zirar dîtiye, ew dê ji sibehê ve dest bi belavkirina alîkariyan bikin.
Rêvebera Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Sirwe Salih îro (Pêncşem, 11.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Tîmên me serhejmêriya hemî wan malan kiriye yên ku zirar dîtiye. Di qonaxa yekê de, me ava vexwarinê ya paqij ji wan re dabîn kir ji ber ku avê tankên wan biribûn an jî ji ber lehiyê pîs bûbûn.”
Rêvebera Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê herwesa got ku, tîmên wan bi alîkariya amûran (şovelan) û karkeran xanî paqij kirine û kurr û herî û tiştên ku ji ber avê zirar dîtibû û êdî bi kêr nedihatin rakirine.
Sirwe Salih di derheqa pêngavên bê de jî got: “Ji sibehê ve em dê dest bi belavkirina pakêteka alîkariyên hawarhatinê li ser zirardîtiyan bikin, ku ji materyalên paqijkirinê, pêdivîtiyên razanê yên wekî doşek û betaniyan, sobe û sotemeniyan pêk tê.”