Li Teqteqê zêdetirî 200 hewzên masiyan ji ber lehiyê wêran bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Pişka Çandiniyê ya Teqteqê eşkere kir ku, lehiyê zirareka mezin gihandiye çandiniya wê deverê, zirara herî zêde jî gihîştiye hewzên masiyan ji ber ku gelek hewzên masiyan li wê deverê hene.

Rêveberê Pişka Çandiniyê ya Teqteqê Hecî Sebah Osman îro (Pêncşem, 11.12.2025) ji Malpera Kurdistan24ê re eşkere kir ku, çandiniya wê deverê jî ji zirarên barana dijwar û lehiya duhî bêpar nebûye û zirara herî zêde jî gihîştiye hewzên masiyan, ji ber ku gelek hewzên masiyan li wê deverê hene.

Rêveberê Pişka Çandiniyê ya Teqteqê herwesa got ku, şopandina zirarên hewzên masiyan berdewam e û heta niha zêdetirî 200 hewzên masiyan ji ber lehiyê wêran bûne, herwesa zêdetirî 800 hezar masiyan jî mirine.

Hecî Sebah Osman herwesa got: “Zirar ne tenê ji bo masiyan e, belkî jenerator û hemî kelûpelên jî ji kar ketine û wêran bûne, zirar gihîştiye hejmareka zêde ya zevî û baxçeyên welatiyan jî, di eynî demê de jî hejmareka park û baxçeyan jî ji ziraran bêpar nebûne.”

Baranên dijwar ên roja Sêşemê (9.12.2025) li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li parêzgeha Silêmaniyê, bûn sedema rabûna lehiyê û gelek zirar gihand malên welatiyan, herwesa li Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê û Çemçemalê jî bûn sedema mirina çend kesan.

Piştî wê bûyera xwezayî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû tevaya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rapsartin ku di hawara welatiyan û zirardîtiyan biçin.