Li Der'ayê teqîn di şahiyeke dawetê de rû da; 33 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand, li parêzgeha Der'ayê, teqînek di ahenga dawatekê de rû da û 33 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarok jî hene.
Bûyer şeva borî li bajarokê Ebdîn ê rojavayê parêzgeha Der'ayê qewimî. Li gorî zanyariyên Rêveberê Tendirustiya Der'ayê Ziyad Mehamîd, 33 kes birîndar bûne û birîndar li ser nexweşxaneyên cuda hatine dabeşkirin.
Rêveberiya Tendirustiya Der'ayê piştrast kir jî, ew hemû hewldanên xwe ji bo dabînkirina çavdêriya bijîşkî û pêdiviyên hawarhatinê dikin û ji nêz ve rewşa birîndaran dişopînin.
Li aliyê din, Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Sûriyeyê dest bi lêkolîneke berfireh derbarê sedem û cureya teqînê de kiriye. Heta niha sedema teqînê nehatiye aşkerekirin, lê hêzên ewlehiyê diyar kirine ku armanca wan aşkerekirina hûrgiliyan û cezakirina berpirsan e ji bo parastina canê welatiyan.