Mezlûm Ebdî: Pêdivîtiya vê rewşê bi yekbûna şiyanan heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Di berteka yekê ya fermî de li beranberî wê êrîşa çekdarî ya ku vê êvarê li ser hêzeka hevpar a hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Amerîkayê li biyabana Sûriyeyê hatiye kirin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser xetera zêdebûna tevgerên terorîstî haydarî da û tekez kir ku, ji bo berhingarbûna wê rewşê hewcedarî bi yekbûna şiyanan li ser asta neteweyî heye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Şemî, 13.12.2025) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nîgeranî û dilgiraniya xwe ya zêde ji bo birîndarbûna hejmareka endamên hêzên ewlehiyê yên giştî û leşkerên Amerîkayî diyar kir, ku dema erkên xwe yên ewlehiyê li biyabana Sûriyeyê bi cih dianîn rastî êrîşekê hatin.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got: "Zêdebûna êrîşên bi vî rengî nîşaneka xeter e û ji bo rûbirûbûna wan îradeyeka xurttir hewce ye." Fermandarê Giştî yê HSDê di wê peyama xwe de banga zêdekirina bizavan li ser asta neteweyî wekî yekane rêya jiholêrakirina şaneyên terorîst kir. Li dawiyê jî navbirî daxwaza çarebûna bilez ji bo birîndaran kir.
Ev daxuyaniya Mezlûm Ebdî piştî bûyereka ewlehiyê ya kêmdîtî li nêzîkî bajarê Tedmûrê yê di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de hat, ku tê de karwanekê hevpar ê hêzan û artêşa Amerîkayê rastî êrîşekê hatin.
Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman jî her îro her li ser vê êrîşê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, di êrîşa vê êvarê de sê endamên hêzên ewlehiyê û hejmareka leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.
Ramî Ebdirehman herwesa got: "Li gorî zanyaran, êrîşkar yek ji endamên hêzên navxweyî yên deverê bû û hatiye kuştin. Em bang li Wezareta Navxwe û Wezareta Parastinê dikin ku, bermahiyên rêxistinên terorîst û ramanên DAIŞê li deverê nehêlin.”