Konsulê Îtalyayê: Em li ser xurtkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re dixebitin

Tommaso Sansone
Tommaso Sansone

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, çand û muzîk du alavên girîng ên xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de ne.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone duhî (Şemî, 13.12.2025) li konserteka du hunermendên Îtalayî li Hewlêrê amade bû û li wê derê taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: “Armanca vê konsertê xurtkirina têkiliyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de ye.”

Tommaso Sansone herwesa got: “Yek ji alavên xurtkirina vê têkiliya di navbera me de çand e, û yek ji alavên herî sereke di çandê de jî muzîk e. Zimanê muzîkê hewceyî tu wergerandinekê nîne û girîng e ku ew ji bo xurtkirina têkiliyên dualî bê bikaranîn.”

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: "Em niha ji dil dixebitin da ku têkiliyên bazirganî yên di navbera xwe de xurt bikin. Em dixwazin ku şîrketên Îtalyayî bên Herêma Kurdistanê û veberhênanê bikin.”

Têkiliyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de xurt, dîrokî û piralî ne. Îtalya yek ji welatên sereke yên Ewropayê ye, ku têkiliyeka dostane û stratejîk bi Herêma Kurdistanê re heye.

Herwesa Îtalya ji bo Herêma Kurdistanê hevpareka Ewropayî ya bawerê ye û têkiliyên wan ji hevkariya leşkerî derbazî têkiliyên tevalî yên siyasî, çandî û aborî bûne.