Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê: Toreka bazirganî û çêkirina madeyên hişber hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê hilweşandin toreka tawanan a navneteweyî ya girêdayî çêkirin û bazirganîkirina bi madeyên hişber li parêzgeha Besrayê ragihand.
Dezgeha Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Li gorî zanyarên berfireh ên îstîxbaratê, me li çend parêzgehên Iraqê operasyoneka ewlehiyê kir.” Amaje jî da: “Di wê operasyonê de, 17 gumanbar hatine girtin ku 14 ji wan welatiyên biyanî ne û toreka tawanan ji çêkirin û bazirganîkirina bi madeyên hişber ji cûnê krîstal çê kiriye.”
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, gumanbarê sereke kesekê biyanî ye, ji welatekî cîran hatiye, li Besrayê xaniyek kirê kiriye û kiriye kargeha çêkirina madeyê hişber ê ji cûnê krîstal.
Ewlekariya Neteweyî herwesa ragihandiye ku, gumanbarê duyê jî, ku wî jî rolekê sereke di anîna madeyên xav ên madeyên hişber ji bo Iraqê de lîstiye, di kemînekê de li parêzgeha Besrayê hatiye girtin.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, ew operasyon li parêzgehên Bexda, Besra, Necef û Dîwaniyeyê hatiye kirin û wan karî wê torê bi tevahî neçalak bikin û bazirganên sereke jî bigirin, herwesa nêzîkî 20 kîlogramên madeyên krîstal jî desteser kirin, ji bilî desteserkirina heşt lîtreyên madeyên kîmyayî yên xav ku di çêkirina madeyên hişber de tên bikaranîn.
Ewlekariya Neteweyî ron jî kir ku, gumanbaran rêyên cuda cuda bi kar anîne da ku madeyên hişber û xav veşêrin, ji ber ku ew li deverên biyabanî yên dûr, di nav kincan û timbêlên barhilgir de hatibûn veşartin, heta kesên seqet jî bi kar anîne da ku wan madeyên xeter bi qaçaxî derbaz bikin.
Çavkaniya navbirî tekez jî kir ku, gumanbar û ew madeyên ku hatine desteserkirin ji bo desthilata dadweriyê û aliyên peywendîdar hatine şandin da ku rêkarên qanûnî li dijî wan bên wergirtin.