Serok Barzanî û Balyozê Îranê li Iraqê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan li ser bingeha berjewendiya hevbeş kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Berçileyê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Mihemed Kazim El-Sadiq kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî jî tê de amade bû, rewşa navçeyê bi giştî, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de û rewşa siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat kirin. Her du alî hevnêrîn bûn ku divê di hemû waran de peywendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş bêne pêşxistin û bihêztirkirin.